Weke ku tê zanîn hevalê me Mehmet Bozdag ji ber sedemên hinek nivîs di Kovara Vegera Nû
de nivîsîne ji hêla dewleta KT ve lêpirsîn û dawa di heqê wîde hatine
vekirin. Ez di serî de vê helwesta dewleta Tirk þermezar û protesto
dikim û bi dil û can em bi hevalê me Mehmet Bozdag re ne. Em hêvîdarim
ku dewleta Tirk dev ji van hewldanên xwe ê derveyî huquqê û dervayî
demoqrasiyê berdê. Bi vî rengê dervî hûqûkê li pêþya ramana azad nebê
asteng. Da kû her kes bi azadî fikr û ramana xwe bînê ziman.

Gerek ramana azad nayê asteng kirin ji ber ku rastî û diristî her
tim di ramana azad de derdikevê holê. Bê goman wan kesê li dijî rastî û
diristîyê aciz û hêrs dikê. Ji ber ku ticaran naxwazin rastî û diristî
bê ziman û derkevê holê. Her tim rayedarê dewleta Tirk derdikevin
pêþberî çapemeniya xwe ya derwîn û sexte û wesfê demoqratîkbûna xwe
didin û demoqrasiya xwe hildidine erþê asîmanan. Derdikevin Ewrupa û
dibêjin di nav mede demoqrasî, mafê mirova, mafê ramana azad heye û
herkes azada ku xwe bînê ziman. Lê li hêla dî Ronakbîr û Rawþenbîrên
Kurd ji ber ramana xwe û fikrê xwe tînin ziman wan ceza dikin û tavêjne
zîndanan. Kanî demoqrasî û mafê ramana azad li Tirkiyê? Hergav dibên li
Dewleta me demoqrasî heye, mafê ramanê serbest e, herkes karê bi zimanê
xwe xeber bidê û binvîsê lê di pêkanînên wande herî dîktetorî û zordarî
heye. Li rexê dî dixwazê bikevê yekîtîya Ewrupa.
Wê çawa bi vî halê xwe têkevê Yekîtîya Ewrupa? Gelo ev mimkûn e?
Gelo ku dewletek her cûre mafê mirova binpê bikê û hebûna gelekî qebûl
nekê û ziman, çanda gela qedexe bikê wê çawa bikevê Yekîtîya Ewrupa?
Zêdeyî bîst milyon Kurd li Kurdistana Bakurde hene mafê perwerde û
ziman, çanda wan nadine wan. Dibistan bi Kurdî qedexene navê gûnd û
bajar, kolanê Kurdistan hîna qedexene. Heta navê bi Kurdî li zarokên
Kurdan qedexene. Hebûna wan nayê qebûlkirin. Kanî demokrasî mafê ramana
azad? Li rexê dî dibên em demoqratin û pêþverûne. Ku ji ber ramana xwe
bi hazaran kesan lê pirsîn û dawa têne vekirin. Bi milyara cezayên pera
didina wan û dixine zîndanan. Bi sedan rojname, kovar û pirtûk têne
qedexekirin û destserdanîn. Her partiyek ku bêjê mafê demoqrasiyê heye
gerek mafê zimanê Kurdî heye wan partîya ji xwe re dikne hedef û
Çapamenîya wan bi yek dengî hûcum didine wan û wan reþdikin.
Kesê ku ji polisên wan zarokê Kurdan dikûjin ji bedêla ku wan ceze
bikin û bavêjne zîndana wan bi xelatê ritbekirinê wan xelat dikin û
qahraman didinê xûyakirin, û dîsa dibêjin ti demoqrasî wek a me tûneye.
Gelo eve demoqrasîya wan bi vî zehinyeta leþkerî û zagonê leþkerî ku
berhemê derbeya generalê ku 12 Eluna 1980 de kiribûn mane. Bivan zagonê
diktetorî û derveyî demoqrasiyê û hûqûqa navnetewî wê bikevne Yekîtîya
Ewrupa? Gelo ev mafê ramana wana wehaye? Gelo divê mafê ramana gelê
cîhanê li gor fikrê Generalên Tirka bê pêk anîn?
Bêgoman di welatê demoqrat û pêþverû de raman û her cûreyên fikir
ramanê azadin. Di ti dewletê demokrat de mafê leþkera tune ku li ser
dewletê û sifîlan desthilatdar bê. Ti dewletê demoqrat de leþker
nikarin þûrê xwe li ser serê gel û demoqrasiyê re bihejînin û gel çav
tirsandî bikin. Tenê li wan dewletê ku dîktetor hebin ev pêktê.
Dervêyî vê her kes bêy ku ji ti kesî emr an jî iznê bistînê dikarê
fikrê xwe bi azadî bînê ziman dîtina xwe ramana xwe bênê ziman ligor
dîtina xwe fikrê xwe bêjê. Tenê di wan Dewletên despot an jî dîktetorde
astengî û qedexe li ser ramana azad heye.
Sedema vê jî eve ku ticarî rejîmê despot û dîktetor naxwazin kû
kesek rastî û diristî yê bêjê an jî bînê ziman û binvîsênê. Ji ber ku
rastî û dûristî ne di berjewendiyê wan ê þexsî û destpotî dene û li
berjewendîyê gel nafikrin. Gava ku tu bahsa maf û berjewendiyê gel dikê
dîn dibin her rengê terore xwe bikar tînin. Gava ku kesek ew rastî
anîne ziman bê goman wê hûcûm biknê çi sîyasetmedar bê çi ronakbîr,
rewþenbîr bê û çi kesên pispor bin ji wanre weke heve. Ji ber ku ew tim
dixwazin gel cahîl û nezan bimînê da bi rihetî .wê talan û xwîn xwarîya
xwe berdewam bikin û bidomînin da kesek hesab ji wan nepirsê û rastiya
wan nebêjê. Ew kesê ku rastîyê dibêjin jî dibin hedefên terora wan.
Bi gelek metodan van hûcûmên xwe bi kar tênin. Wê pêþî wan bi
tirsînin û bigrin. Dûvre dadgeh bikin û bixne zîndanan li ser wan
ambargoyên aborî deynin û pirtûk û berhemê wan qedexe bikin. Bi
çapemanîya xwe ya teybet wan reþ bikin. Da ku wan bêdeng bikin ku bi
van jî biser neketin. Wê þantajan li wan bikin an bi pera bikirin an jî
wan bêdeng bikin. Bi wê jî biser neketin wê li kûþtin û terorkirina wan
bigerin. Bi van metodên qirêj bi hazara ronakbîrên û rewþenbîrên me
kûþtin û ji holê rakirin kesê weke Apê Musa Anter, Vedat Aydîn, Mehmet
Sîncar û Akin Bîrdal û hw. Bi hazara kes bi destên hêzê xwe ê tarî dane
kûþtin û windakirin. Di dîroka mede ev xûyaye û ayane.
Lê ev jî ne çareserîye ku mirov li dîroka van dîtetoran dinerê ku
her tim ber bi tarî bûnêve çûne û winda bûne. Hem ew dîktetor û hem
gelê li pey wan dîktetoran li paþ mana û di xizanî û feqîrtîyêde
perîþan bûne û têk çûne. Tenê malbatê wan dîktetoran û malbatê leþkerê
alîgirên wan xwe zengîn kirine û li ser xwîna gelan jiyan kirine. Car
na bi navê nejatperestîyê kirine û carna jî bi navê ewlekarîyê û
cûdahîyê ev karê han kirine. Lê ev tevan jê nerastin tenê ji ber
berjewendîyê xwe ê þexsî û malbatî li ser xwîna mirovan û li ser talan
û xwîn mijiyê avabûnê ev rejîmên han.
Heger ev azadîya ramanê çênebûne niha ev pêþketina ku îroj li cîhanê heyî jî çê ne dibû.
Lê ji ber azadîya ramanê gel karê xwe bi xwe îdare bikê û her tiþtê
xwe bînê ziman û pêþya diz û neqencan bigrê û wan baþ bibînê da gel
menfîatên xwe biparêzên û nehêlin ku kesek mafê wan binpê bikin.
Ronakbîr û rewþenbîr ewin ku tim û dayîm xwe ji bo rastî û diristîyê
feda dikin. Bêy ku li menfîatên xwe ê kesayetê þexsî bifikrin li
menfîatê gel û rastiyan difikirin û rastiyê bêjin. Ji ber ku menfîatê
her kesî di rastî û diristîyêde heye. Belkî ev dîktetor û destpot hinek
(Qelem þoran) Pênûs þoran dikirin hinek dohn li ser nanê wan jî dikin.
Bi rengekî þoven bi hîs û fikrê gelan dilîzin lê nerastin tenê li
berjewendiyê xwe difikirin û jibo berjewendiyên xwe çewtiyan dibêjin û
serê gel tevlî hev dikin. Geh binavê perçebûna welat û geh jî binavê
nejadparestîyê hinek kesa li der û dorên xwe dighênin hev. Lê di
dawîyêde tevde jî gel dixapênin û li ser piþta kedkar û emekdaran
lîstikên xwe dikin. Lê belê bi piranî gel ji van kiryaran aciz û
bêzarin. Weke ku bi dehan li Tirkîyê kesê ku dibên em ronakbîr,
rewþenbîrin û zanene.
Lê her tim ew rastiyê û dûrûstî diveþêrin li pêþya menfîatê gel
astengin û menfîatê wan despot û dîktetoran diparêzin û ew dîktator
despot jî berê misliqê pera didina wan û hemû bihevre dewlet û milet di
þelênin û benqa vala dikin mafya û çete û perê reþ û bi teybetî
narqotîkê jî dikin û hertiþt jî ayana û li berçavaye. Ew jî ji ber
menfîatê xwe ê þexsî û malbatî van rastîyan vediþêrin û gel kor dikin û
ji zanistîyê dûr dixin. Ew gel temsîl nakin û menfîatê gel nadin ber
çava. Tenê li berjewendîyê xwe ê kesayetî dinerin.
wexta ku devê gel bê girtin fikrê gel bê asteng kirin nasnama gelekî
werê qedexe kirin û ew gel nikaribê xwe bînê ziman, çand û dîroka wî
werê qedexe kirin û mafê azadîya ramanê jê bê standin ew gel wê çi
bikê? Wê mecbûr bimînê ku xwe biparêzê da ku her tiþtê wî bizor ji
destê wî hatîye girtin da ku maf û heqê xwe bi dest bixê pêwîstiya xwe
parastina xwe dibînê. Her car di qîrê dengê xwe der dixê da herkes
niheqîya lê tê kirin bibînê. Li rexê dî gava ev xwestekê xwe gotin û
anîne ziman. Dewlet jî dibê çima hûn van rastîyan dibêjin û tînine
ziman ev rastî hasasyetên mene û wan terorîst îlan dikin û di heqê
wande lêpirsîn û dadgehkirinê bi kar tînin, binçav dikin û dixine
zîndan û hepsande. Ew ji bîr dikin ku ziman û çand û hebûna gelekî mafê
wan ê gerdûnîye û ew maf hesasyetê wî gelîne û ew gel li himber mafê
xwe ê ku hatiye binpêkirin tekoþînê dikin. Da mefê xwe ê xwezayî bi
dest bixin bi rêya demoqratîk bi dest bixin rewþenbîr û nivîskar
dinivîsin. Naxwa nivîskar ne þer dikin û ne jî çeka wan heye tenê
pênûsa xwe di riya demoqrasiyêde bi kar tînin û mafê gelê xwe ê xweza û
gerdûnî dixwazin û tînin ziman.
Ev þerê li Kurdistanê li her çar perçê Kurdistanê di qewimin jî
sebeba wan evin niheqî û zordarîne. Naxwa gelê Kurd ticara nexwestîye
þer bikin û tim û tim wekhevî û biratîyan van dewletên heremê weke
Tirk, Ereb, Eceman xwestine. Tim û dayîm hêvî kirina ku di nava aþîtî û
azadîyêde bijîn. Lê tê xûyakirin bê kî þerxwaz û kî aþtîxwazin û kî maf
û heqê kê dixwê?
Ya esas eve ku ne ê weke kesên ronakbîr û rewþenbîr weke hevalê me
Mehmet Bozdag lê ê ku li kolanê amedê Zarokan dikûjin û bomba li kalanê
Amedê di teqînin û li Þemzînanê bomba dixin dikanê sifîlan û ê dibên ew
zarokên me ê herî baþ bûn û çekê meyî qirêj paqiþ dikirin bêne
dadgehkirin û ceza kirin. Heger ku di wê dewletê de heq û hûqûq hebê.
Ez bang dikim û hemû Kurdan dawetî yekîtiyê dikim li hember van neheqî
û zordarîyan yekbin û ticarî serê xwe ji zilm û zora dagirkera re
nedênin. Ez dîsa bang li reyadarê Dewlata Tirk dikim da dev ji van
kiryarê qirêj û dervey hûqûqa nav neteweyî berdê, rêz û hûrmetê ji
demoqrasiyê û mafê ramana azad re bigrê.
Bu yazý toplam 455 defa okundu.